1. Stranbêjekî ku bi kemaçê distirand. bi eslê xwe ji (bnr: mala kinê) ye. ji gera cehfer e ku girêdayî navçeya batmanê kercosê ye jidayîk bû ye. li sêrtê demekê memûrtî kiriye. gelek stranbêj û mûzîkjen di bin bandora wî de mane. ehlê keyf e, ehlê mûzîk ê û ehlê civata kurdan e. mirad di nav kurdan de gelekî bi nav û deng e. bi teybetî lî mêrdîn, kerboran, midyad, kercos, heskîf, bişêrî û batmanê tê guhdarî kirin û hezkirin. Herî dawî di kovara çand û hunera qerfî bi navê (bnr: deve) di hejmara tîrmehê de lêkolîner (bnr: salihê kevirbirî) bi xizmên mirad re hevpeyvînek kiriye. |
|
21.07.2013 23:37 |
seydayê_peyvan
|
2. berberê ku wî traş dikir careke ji min re got gelek jinên bimêr li pey wî diçûn* dibêjin gelek zarokên miradê kinê hene. |
|
09.08.2013 14:36 |
reşkêşevê
|
3. Mirado di sala 1942’yan de, li gundekî kiçik a bi navê Gêra Cahfer, ku bi ser Kercosê ve ye, ji dayîk bûye. Navê wî yê fermî yê nasnameyê: Murat Gezici ye. Navê bavê wî Ferho ye. Diya wî Hediya jî dotmama bavê wî bû. Ferho kurê Ehmedê Îsayê Kinê ye. Dibêjin ku Îsayê Kinê beriya sed salî ji Biyaxetê hatiye û li Tora Hevêrka bi cih bûye. Eslê xwe ji derdora Şengalê ne. Du birayên Mirado hene: Xelîl û Cemîl; û çar xwîşkên wî hene: Delal, Aliya, Sêvê û Cewahîr. Ew bi gotinek gelêrî “mitirb” in. Paşnavê wan ji navê dayîka wan tê; ev tişt jî di nava kurdan de tişteke girîng e ku vê pêşgotinê tîne li bîra mirov: “Şêr şêr e; çi jin e, çi mêr e.” Mirado heta 14 saliya xwe li Gêra Cahfer bi malbata xwe re jiyaye. Wê demê birçîbûnek gelek mezin di nav welêt de hebû. Mirado di kiçikatiya xwe de zêdetirîn bi mamê xwe û bavê xwe re bûye. Li wan guhdar kiriye û bi wan re geriyaye. Bi alikariya mamên xwe Yûsiv û Reşît, bavê xwe Ferho ribabê elimiye. Di çardehsaliya xwe de weke hunermendekî xweser û profesyonel li ser mûzîk û ribabê sekiniye û gelek baş fêr bûye. Di bîstsaliya xwe de dotmama xwe re dizewice. Dibêjin ku rojekê Mirado li gel mamê xwe Yûsiv di civatekê hunerî de amade bûye. Li ser vê yekê rûniştiyê civatê û civat, pirsa wî ji mamê wî Yûsiv dikin. (Yûsivê Zekiyayê ku mam û xezurê Mirad bû. Tê gotin ku Yûsiv hunermendekî mezin bû. Tê gotin ku Mirad ji mamê xwe zêdetir kiriye.) Dibêjin “şagirtê te kî ye?” Yûsiv dibêje “biraziyê min e. Ew jî hunermend e, li ribabê dixe û distirêne.” Li ser vê pirsê Mirad radije ribaba xwe û kilama “Bavê Seyrê” distire. Dibêjin ku her çendî Yûsiv strana “Bavê Seyrê” xweş distirand lê piştî vê civatê êdî Mirad bi kilama Bavê Seyrê ve hatiye naskirin. Yûsiv jî fêm dike ku Mirad, di bin re li malê li ser ribabê dişixule. Piştî demekê navê Mirad belav bû û roj bi roj hate naskirin. Di dawiya xebateke bi rêk û pêk de Mirad gihîşte xweserî û stîla xwe, û bi navê malbata xwe hate binavkirin. Êdî navê wî bûbû “Miradê Kinê”. Li her dera ku Mirad diçûyê, gel xwe digihand Mirad ji bo ku li dengê wî guhdar bikin û eger bikaribin kasetekê li ber dengê wî tomar bikin. |
|
13.10.2013 05:33 |
zero
|
4. (bnr: keçikê bimeş bimeş) |
|
10.02.2014 22:56 |
endazer
|
5. Şahê ribabê! |
|
10.02.2014 23:18 |
devliken kelogiri
|
6. (bnr: miradko) |
|
06.03.2014 12:22 |
mamostanısebin
|
7. stranbêjekî kurd e. stranên govendê distirê. min albumeke wî (bi navê mirado - tobedarim) li bit pazariya izmirê dît û stand. ev albuma wî di kasetekê de ye û kaset nuhîtop e. xwedan dengekî xweş û zelal e. min hinekî li ser wî lêkolîn kir û min fêhm kir ku navê wî weke miradê kinê jî derbas dibe. |
|
06.01.2015 13:18 |
mergehez
|
8. Miradê Kinê - De Raba |
|
06.01.2015 14:45 |
xendekî
|
9. (bnr: feqîyê kemançê) |
|
29.07.2015 13:23 |
shorbevan
|
10. dengbêjê bi kemaçe. sewta wî heye. rehma xwedê lê be eger xwedê û rehma wî hebe. strana bişar çeto û emê gozê xweş digot. ez bawerim kesek heta niha wek wî negotiye, an? |
|
30.07.2015 00:05 ~00:08 |
hola êzîda
|
11. Dibên ku wextê mirado di daweta de lêdida xelkê keçên xwe jê vedişartin ji ber ku stran li ser wa nebêjê. * |
|
04.04.2016 22:05 |
xwelî li ser
|
12. Jenyar e. Divêm Ji kerboranê yit kilamên wî zaf xweş in di kilama xweyî li gor min herî xweş sînemê qala sêvên bin wan deqdeqî dikit pir kêfa min ji wan peyva tê mixabin bi tirkî jî kilam gotiyit. |
|
04.04.2016 23:07 |
qijilyo
|
13. Mirado hatîye gundê ewtê dawetê. Kurê xwe yî mezin faysel jî bi xwe re anîye. bavê min jî li kurê wî daye gotiye "çima navê te faysel e te navê min dizîye." |
|
17.08.2016 14:57 ~14:57 |
xwelî li ser
|
14. Nizanim çima lê dema ku em hemû xwîşk, bira, dê û bav tên ba hev mijar bi avayekê tê ser miradê kinê, û diya min jî dibêje; |
|
24.11.2017 00:58 |
gulêê
|
15. Bavê min her tim dibêjê "ez sê roja ber miradê kinê raqisîm " û pesnê xwe dide. Bavê min ser govend bû lê bû hacî edî nareqis e. |
|
25.11.2019 01:37 |
kurêtirîdeus
|
16. Bav û bira ye!! şevekî serxweş bûm. li nav ciha di tarîyê de min mirado guhdar dikir. ji kêfa serxweştir bûm halo.mi dî telefon lê da jinbira we li min digeriye mi go terq! û telefon ser çavê wê girt. min xwe bi xwe go kêfa mi xira neke mirado guhdar dikim. û xilas bû * |
|
25.11.2019 22:05 ~22:07 |
xwelî li ser
|
17. em dikarin bêjin bavê ribabê an jî mîrê ribabê * |
|
25.04.2020 18:45 |
merwano
|
18. ha li benda vê bûm ha! di bernameya dengên nemir de dor hate ya miradê kinê: |
|
26.07.2020 11:22 |
xwelî li ser
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |